H’emû nûçeSereke

Civîna yekem a komsîyonên sînor dê di rojên pêş de li ser sînorê navbera dewletan pêk were: Şarl Mîşêl

Li Bryûsêlê bi navçîgarîya serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl rasthatina sêem, ya serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê derbaz bûye

 “Em li ser rewşa Qafqasîya Başûr û pêşxistina têklîyên Yektîya Avropayê, yên bi herdu welatara sekinîn”,- nava elametîyêda hatîye  gotinê.

Tevahî koma pirsan hatîye vekolandin. Wan bi hûrgilî li ser mijarên mirovî, di nav de tunekirinana mînan û  çareserkirina çarenivîsa windabûyan gotûbêj kirin.

Serokê Şêwira Avropayê bi hûrgilî encam raber kirin.

Pirsgirêkên sînora

Civîna yekem a komîsyonên sînor dê di rojên pêş de li ser sînorê navbera dewletan pêk were. Di çarçoveya wê de wê mijarên têkildarî xêzkirina sînor û parastina aramiyê bên axaftin.

Rêberan li ser hewcedarîya rakirina ragîhandina veguheztinê li hev kirin. Wan li ser pirînsîpên derbazbûna ji beşê rojavayê Adirbêcanê bo Naxîçêvanê “di navbera deverên cuda yên Ermenîstanê” bi rêya axa Adirbêcanê, û herwiha veguhestina navneteweyî bi rêya binesazîya ragîhandinê ya her du welatan li hev kirin.

Bi taybetî, wan li ser prînsîpên rêvebirina sînor, ewlekarî, erkên erdî, û her weha bacên gumrikê yên veguhestina navneteweyî li hev kirin. Di rojên pêş de cîgirên serokwezîr dê wan xebatan berdewam bikin.

Peymana aştiyê

Seroka li hev kirin ku gotûbêjên li ser peymana aştîyê ya pêşerojê ya ku têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê, bidomînin. Di hefteyên pêş de, tîmên bi serokatîya wezîrên derve dê wê pêvajoyê pêş bixin. “Herweha, min ji her du serokan re tekez kir ku pêwîst e maf û pirsgirêkên ewlehîyê yên niştecihên ermenî yên li Qerebaxa Çîya werin çareserkirin.”

Pêşveçûna civakî-aborî

Yekîtîya Ewropî dê bi her du alîyan re kar bike ji bo pêşdebirina koma şêwirmendiya aborî, ku hewl dide pêşkeftina aborî ji bo berjewendîya her du welatan û gelên wan pêş bixe. “Min herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e gel ji bo aştiyeke  mayînde were amadekirin.Yekîtiya Ewropayê amade ye ku piştgirîya xwe xurt bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Me li hev kir ku têkiliyên nêz bidomînin, em ê di meha tîrmehê an jî tebaxê de bi heman rêjeyê bicivin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button