Roja şemîyê li meydana Stembolêye Maltepe bi seda meriv berev bibûn, li kîderê mîtînga pirhezarê derbaz bûye, wextê kîjanê dewa parastina mafên mêriv, azayê û heqîtîyêda hatîye kirinê.
Merivên berevbûyî dew kirine, ku serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan terka rêprêsîya bide.
“Ewê negihîjine wê yekê, emê ser bikevin. Tirkîya bona werguhastina hazier”,- lîdêrê opozîsîyayê Kemal Kiliçdaroglû gotîye û bangî civakê kirîye ku bi hevra bibin yek.
Kiliçdaroglû serda zêde kirîye, wekî ruşetxwerin nava welêtda zêde bûye, hukumkirina sîyasî û serkarîkirina êkonomîkîye xirab berdewam dibin.
“Hinek meriv dixwezin Tirkîyayê berbi tarîstanê bibin. Ew dixwezin meriva bitirsînin. Ew dixwezin atmosifêra tirsê sazkin”,-Kiliçdaroglû gotîye.
Derheqa qedexekirina konsêrtên kurdîda Kiliçdaroglû daye dîyarkirinê: “Ew niha îdî nikarin mûzîk û stiranên kurdî qebûlkin”.