Komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê birênda Ermenîstanêye tûrîzmêye nû raber kirîye
Komîtêya tûrîzmê ya wezîreta Ermenîstanêye êkonîmîkayê birênda tûrîzmêye nû rabe kirîye, dikevine nava kîjanê mîrasa Ermenîstanêye kevinare, tebyeta bedew û çîya, usa jî mêvandarîya welêt, kûltûra xwerina dewlemend.
“Bona hemû birênda, bi taybetî ya tûrîzmê, gelekî girînge, ku tabîya zelal hebe, ya ku pêşnîyara qîmetîyaye cuda dide kifşê.Em dixwezin ku birênda nû û dinamîk hebe, ya ku wê bala aûdîtorîya nû bikişîne ser xwe”,- wezîrê Ermenîstanêyî êkonoîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
“Potênsîyala Ermenîstanêye tûrîzmê ya balkêşe, dikevine nava kîjanê gelek tiştên cuda. Mermê bernamê ewe ku bona tûrîzma li Ermenîstanê birênda nû çêkin û tabîya Ermenstanê nava sûkên navnetewîda bidine qewînkirinê”, serokê komîtêya tûrîzmê Sîsîan Pogosêan gotîye.