H’emû nûçeSereke
Sosîyoloc: tunebûna gelek merivaye li soqaqa wê yekê şirove dike, wekî bona xatirê opozîsîyayê gelek meriv dernakevin
Tunebûna gelek merivaye li soqaqa wê yekê şirove dike, wekî bona xatirê opozîsîyayê gelek meriv dernakevin.Fikira wî cûreyî sosîyoloc Karên Sargsyan elam kirîye.
“Meriv baş fem dikin, wekî heger ew li rex opozîsîyayê bisekinin, pêşerojêda pirsgirêkên wan wê hebin û opozîsîya wana nikare helke.Xêncî wê yekê civak hazir nîne ku tevî protêstokirinên berfireh bibe, çimkî menî hene, bi taybetî ev yek piştî koronavîrûsê û şerê qewimî”,- ewî gotîye.
Çawa menîke başqe jî, Karên Sargsyan daye dîyarkirinê, wekî welatî naxwezin tevî protêstokirina bibin, çimkî rojeva opozîsîyayê zelal nîne.