Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê rastî serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan hatîye.
Wextê hevdîtinê lîdêrên herdu welata bûyarên van dawîyaye li Îraqê û li herêmê, usa jî pirsên qewînkirina pêwandîyên di navbera Kurdistanê û Ermenîstanêda, bi taybetî nava goveka kirîn-frotanê û învêstîsîyonda, gotûbêj kirine.
24-ê sibata sala 2O21-ê, hukumata Ermenîstanê konsûlxane li paytexta Kurdistanê vekirîye. Ev gav çawa nîşana destpêka pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Yêrêvanêda hate qîmetkirinê.