SerekeSîyasî

Enqerê 3OOO  “gurên gewir” şandine Ûkraînayê, yên ku beşdarî şerê Qerebagê bibûn: Nadêyn Rayêvskî

Hevkarîya tevî Tirkîyayê, ya li Ûkraînayê bona Rûsîyayê ya îzinnedayînêye çimkî ew yek wê bide kifşê ku îzinê bidine tirka ku  bikevine Ûkraînayê. Tirkîya welatê NATO-ê ye. Derheqa wê yekêda xebatkarê înstîtûta akadêmîya Rûsîyayêye zanistîyê, Vîktor Nadêyn Rayêvskî gotîye.

Ewî daye zelalkirinê, wekî Tirkîya ne tenê dironên xwe dişîne Ûkraînayê, kîjana hêzên  Rûsîyayê bi hêsanî jorda tînine xwerê, lê bona ermenîya jî tiştek heye.

“Dema ku telîmên leşkerî pêşîya şerê Qerebagêyî 44 roje destpê bû, tirka pêşda bazayên xwe danîn, lê paşê jî 5OO “gurên gewir” nêzîkî li wandera kirin, yên ku bi gotina şuxulkarên tirkaye sîyasî giva tunene. Ew ji sala 1988- a da li wir dişuxulin, dema ku Êlçîbêy hat, wezîrê kîjanêyî karên hundur pantûrkîst bû û serokatîya “gurên gewir” dikir. Nava wî şerîda jî ew careke mayîn hatin û li wir ne tenê çekdarên ji Sûrîyayê bûn, lê “gurên gewir” jî li wir bûn. Ew baş amadekirîne, him bi fîzîkî , him jî bi leşkerî.

Niha jî 3OOO “gurên gewir” Tirkîyayê şandine Ûkraînayê. Ew pareveyî ser sê koma bûne, dikevine nava her komekê 1OOO meriv. Ew tevî opêrasîyonên leşkerî dibin”,-pêşezan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button