H’emû nûçeSereke

Serokatîya Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcnê silav dike

Serokatîya Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, ya bi piştgirîya Yekîtîya Avropayê, silv kirîye.

“Dîyaloga raste-rast qewilê bona hazirkirina qayîlnivîsara derheqa aşîtîyêdaye.Em hazirin piştgirîyê bidine cedandina bona  garantîyayê Qafqasîya Başûre edil, pêşeroja dêmokratîk û gulvedayî”.- serokatîya organîzeyê Twittere da nivîsîye.

Em bêjin, wekî li Bryûsêlê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv derbaz bûye.

Nava encamê gotûbêjkirinada pevketin hatîye destanînê, ku xebatên bona vekirina rêyên herêmî û dîyarkirina sînora destpêkin. Xêncî wê yekê hazirkirina şuxulkarîya bona helkirina heleqetîyên dualî, pirsên hûmanîtarî, usa jî helkirina pirsgirêka Qerbagê hatine gotûbêjkirinê. Pevketin hatine destanînê, ku rasthatinên wî cûreyî berdewam bikin û ya bi sirê yan meha tîrmehê, yan jî tebaxê têra hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button