Desthilatdarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hesab dike, wekî opêrasîyona leşkerîye nû, ya bakûrê Sûrîyayê wê qezîyayê bona leşkerên amêrîkî pêşda bîne û wê şerkarîya dijî DAÎŞ ê bide dijwarkirinê. Derheqa wê yekêda serokê beşa prêssayê, ya dêpartamênta Ştatên Yekbûîye dewletê Nêd Prays wextê birîfîngê gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa planên Tirkîyayêda xeberdaye.
“Em zanin wekî Tirkîya dixweze zona bêqezîyabûnê sazke, lê her êrîşeke nû wê qewînbûna li herêmê bike bin qezîyayê û wê qezîyayê bona hêzên amêrîkî pêşda bîne, lê kampanîya dijî DAÎŞ ê jî wê dijwarbe”,-Prays gotîye.