H’emû nûçeSereke

Li ser dergehên hidûdê dewletê tenê eskerên sînorxweykir û organên gumrikê wê kontrolê mîyaserkin

Parlamênta Ermenîstanê desta projeyên qanûna yên ji alîyê hukumatêda raberkirî, gotûbêj kirîye, bi kîjanê têra tê dîtinê li ser hidûd prînsîpa “yekpencerê” bidine xebatê.Ew yek dide kifşê, wekî bîznêsmên dikarin tenê  nêzîkî pencerekêbin, bi fîzîkî li wirbin û tenê du organên dewletê wê kontrolê mîyaserkin. Derheqa wê yekêda cîgira serokê komîtêya  kara dewletê Sovînar Sogomonyanê li parlamêntê gotîye.

Anegorî projeyê, têra tê dîtinê nava cêrge qanûnada cêrge guhartina bikin, wekî li ser dergehên hidûd her dem tenê du organ hazirbin, eskerên sînorxweykir û usa jî organên gumrikê. Heger pêwîstî hebe, ku kontrola dewletê bê mîyasekirinê,wî çaxî ew yekê ji alîyê organên mayînda bê kirinê.

Sovînar Vardanyanê gotîye, wekî meremê projeyê ewe ku xebata bîznêsmêna bidine hêsakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button