H’emû nûçeSereke

Li ser hidûdê Ermenîstanê û Adirbêcanê hevdîtina cîgirên serokwezîrên herdu welata derbaz bûye

Li ser hidûdê Ermenîstanê û Adirbêcanê hevdîtina cîgirên serokwezîrên herdu welata  Mihêr Grîgoryan û Şahîn Mistefayêv derbaz bûye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.Hevdîtin bi formata xebatêye tevayî, ya bona dîyarkirin û kifşkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatîye teşkîlkirinê.

Alîa hazirîya xwe îzbat kirine, wekî nava doranên komîsîyayên kifşkirîda wan xebata mîyaserke. Pirsên derheqa teşkîlkirina şuxulkarîya tevayî hatine gotûbêjkirinê.

Pevketin hatîye destanînê, ku hevdîtina li cîhên cuda-cuda derbazkin.Bi taybetî qayîlî hatîye destanînê, ku hevdîtina duem li Moskvayê, lê ya sêem jî li Bryûsêlê derbazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button