H’emû nûçeSereke

Nava têrîtorîya Ermenîstanêda nikare rêya bi fikira sivderê bixebite: Yêrêvanê bersiva elametîya Elîyêv daye

Nava têrîtorîya Ermenîstanêda nikare rêya bi fikira sivderê bixebite. Bersiva wî cûreyî sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan daye.

Pirs-Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wextê axavtina bi têlefonê ya tevî serokê Tirkîyayê Êrdogan elam kirîye,wekî k 22-ê gulanê li Bryûsêlê pevketin hatîye destanînê, ku nava Ermenîtanêra sivderê vekin.Hûn çawa vê elametîyê şirove bikin?

Bersiv-Qirarên Komara Ermenîstanê nehatine guhartinê. Rêya bi fikirdarîya sivderê yan jî ya transportê nikare nava Ermenîstanêra bişuxule. Hemû pevketinên ku li Bryûsêlê hatine destanînê, derheqa vekirina rêyên herêmîdane, derheqa çida min îdî gotîye. Hemû pevketinên li Bryûsêlê destanî li gorî elametîyên wekîlên Ermenîstanê hatine destanînê. Nava elametîya serokê  Şêwira Avrorayêda jî hûn dikarin bibînin, ku pevketin derheqa pirsên sînora, kontrola gumrikê, bacê bona rê, teşkîlkirina tranzîtên navnetewîdanin. Hukumata Ermenîstanê wê bi vê yekê pêşda bilive.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button