H’emû nûçeSereke

Sînorên ku bi navneteweyî hatine naskirinê, gerekê bêne qedirgirtinê: baylozê  Îranê

Piştî şerê 44 roje wezîrê Îranêye karên der elam kirîye, wekî  yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê bona Îranê xeta sore. Adirbêcan dîsa xwestinên  xweye hindava topraxên ermenî berdewam dike, bi taybetî li başûr, li qeza Syûnîkê ya ku li ser sînorê tevî Îranêye.  Îlham Elîyêv dibêje wekî nava Zangêzûrêra ewê sivderê veke û heger pêwîstî hebe ewê bide xebatê. Têhran elam dike, wekî yekîtîya têrîtorîyayên dewletên cînar gerekê bê xweykirinê û sînor gerekê neyêne guhartinê. Dora wê têmayê baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Abas Zohûrî tevî  NEWS.am  ê qise kirîye.

Bayloz gotîye, wekî tabîya Îranê ewe ku pêwîste qedirê sînorên dewletên cînar bê girtinê û ew yek bona qewînbûna herêmê û pêşdaçûyîna cimetên li wir girînge.

Çi ku derheqa wê yekêdane ku Adirbêcanê rêya Gorîs-Kapanê daye girtinê û ewê hetanî zivstanê rê veneke, bayloz gotîye, wekî Adirbêcanê derheqa meremê xweda daye dîyarkiriê.Ewî daye dîyarkirinê, wekî rûyê halê li ser rîya Gorîs-Kapanê zîyana kirîn- frotanê heye û ew ya wedekurte. Rêyên mayîne ku hatine çêkirinê û helkirina hîmlî ser hevdaanîna rêya bakûr-başûre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button