SerekeSîyasî

Cezanekirina Êrdogan wî berbi sîyaseta diha agrêsîv dibe

Wekîlê Îraqêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî 19-ê gulanê nota şikyatkirinê li organîzeyên dijî Tirkîyayê raber kirîye û dew kirîye ku hemû eskerên tirka ji têrîtorîya Îraqê bidine derxistinê. Em bêjin wekî êrîşên Tirkîyayêye ser nehîyên Îraqêye cuda-cuda her dem diqewimin.Serokatîya Îraqê gelek cara bangî Tirkîyayê kirîye ku serbixwestîya Îraqê nedine teribandinê, lê tu tişt nehatîye guhartinê.

18-ê nîsanê hêzên Tirkîyayêye sîlihkirî opêrasîyona leşkerîye bi sirê dijî PKK-ê li bakûrê Îraqê destpê kirîye. Ketina eskerê tirkaye li Îraqê teribandina mafê navnetewî û qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûîye, çimkî Enqerê ew yek bêyî qayîlîya Baxdayê destpê kirîye.

Tiştekî hewaskare, wekî ne Organîzeya Netewên Yekbûyî, ne civaka navnetewî, girêdayî vê bûyarêra tu  gav neavîtin.Nava encamê vê yekêda Êrdogan qirar kir ku eskerên Tirkîyayê wê opêrasîyona nû destpêkin.

Êrdogan Yekîtîya Avropayê, Organîzeya Netewên Yekbûyî, NATO-ê û organîzeyên navnetewîye myîn hesab hilnade.Şedetîya wê yekê hema elametîyên wî cûreyî didin, nava kîjanada ew welatên cuda-cuda û organîzeyên navnetewî rexne dike û dicêribîne dersa bide wan û pêra jî hemû qanûn û normên navnetewî hesab hilnadin. Ew îzinê dide xwe ku bikeve nava  têrîtorîya dewleta cînar û li wir opêrasîyonê mîyaserke, lê pêra jî dewletên mayîn bona tiştên wî cûreyî rexne dike.

Roja îroyîn halekî usa pêşda hatîye, wextê ku  Tirkîya, çawa endama NATO-ê, sîliha ji Rûsîyayê dikire û meremê wê  heye şêr dijî endama NATO-ê Yûnanistanê destpêke, vêtoyê datîne ser erzên Fînlandîyayê û Swêdêye bona endamtîya nava NATO- ê da, dikeve welatê cînar û ew hemû tişt tê qebûlkirinê.

Pêwîste ku pêşîya wê yekê bigrin. Cezanekirina Êrdogan û meremê wî,  yê ku dixweze “pantûrkîzmê” bide dasekinandinê, bona bêqezîyabûna navnetewî qezîyaye û ew zûtirekê dikare bibe menîya konflîktên nû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button