SerekeSîyasî

Norvêc eşaretîyê dide welatîyên xwe, ku neçine Îraqê, xêncî Herêma Kurdistanê

Wezîreta Norvêcêye karên der elametî belav kirîye, kîjanêda  eşaretî daye  welatîyên xwe ku ew neçine Îraqê, xêncî li provnsîyayên Hewlêrê, Silêmanîyê û Dihokêye li Herêma Kurdistanê. Bona wan welatîya, yên ku îdî li Îraqêne, wezîretê bangî wan kirîye, ku bona bêqezîyabûna xwe  hişyarbin.Ev hemû tişt rûyê wê yekêda tê kirinê, wekî DAÎŞ mînanî berê li nehîyên Îraqêye cuda-cuda qezîyayê pêşda tîne.

Mesele komeke DAÎŞ-ê êvara duşemê êrîş birîye ser gundekî provînsîya Dîyalê, li kîderê hevt endamên malbetekê tevî çend xebatkarên qulixdarîya bêqezîyabûnê hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button