Toyvo Klaar derheqa statûsa Arsaxêda xeberdaye: emê piştgirîyê bidine her qayîlnivîsarekê, ya ku wê garantîya helkirina wededirêj bide
Pirsa maf û bêqezîyabûnê nava pirsgirêka Qerebagêda pirseke hîmlî bûye û bêyî vê têmayê em nikarin bighîjine helkirina pirsgirêkê. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar gotîye û şirove kirîye ku serokê şêwira Avropayê Şarl Mîşêl bi wê yekê çi dixwest bigota, dema ku 22-ê gulanê, piştî hevdîtina sêalî, ewî elam kir, wekî qisa serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê derheqa mafên binelîyên Qerebagêye êtnîk hatîye dîyarkirinê.
“Mîşêlê serok daye dîyarkirinê, wekî bi fikira wî piştî hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ew yek girînge ku derheqa maf û bêqezîyabûna binelîyên ermenîda, yên li Qerebagê xeberdin.Em maf û bêqezîyabûna nava pirsên êtnîkîda baş zanin û bêyî vê têmayê em nikarin bighîjine helkirina qewîn”,- Toyvo Klaar gotîye.