H’emû nûçeSereke

Vahagin Xaçatûryan li Davosê derheqa şerê 44 roje û sînorên Ermenîstanêye dergirtîda xeberdaye /vîdêyo/

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan li Davosê, nava dorana hemcivîna êkonmîkîda, bi axavtin pêşda hatîye.

Vahagin Xaçatûryan cêribandina Ermenîstanê û rêya wêye derbazbûyî raber kirîye.

“Hetanî niha Ermenîstan carina dikevine nava krîzeya û ew dicêribîne  bi cûrên cuda wê yekê altke. Sînorên meye dergirtî hene û ew yek li ser jîyanê tehsîr dike. Gilî derheqa Tirkîyayê û Adirbêcanêdane. Pirsgirêka Qerebagêye helnekirî heye, ya ku me her dem nava konflîktêda xweyî dike.

Sal û nîvek pêşda, rûyê şerê ji alîyê Adirbêcanêda destpêkirî zîyana merivatîyê û matêrîyalî gihîşt me. Tenê piştî beşdarbûna Rûsîyayê şer hate sekinandinê. Niha em nava krîzeya nûdanin, lê em dikarin wê krîzeyê altkin, çimkî prînsîpên dêmokratîk kîjan me qebûl kirine, îzinê didine me ku em wê yekê bikin”,- Vahagin Xaçatûryan nava axavtina xweda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button