SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanîyê serok careke mayîn bang kirîye ku li ser hêzên pêşmerga tehsîra partîya tunebe

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang kirîye ku terka tehsîrkirina ji alîyê partîyayên herêmêda, ya li ser pêşmerga bidin. Derheqa wê yekêda ewî wextê seredana li Zaxoyê gotîye.

Em bêjin, wekî Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîr Qubat Telebanî beşdarî heytehola li kolêca leşkerî bûne, li kîderê 499 ofîsêrên pêşmerga xwendina xwe ser hevda anîne.

Nêçîrvan Barzanî rola pêşmergaye nava şerkarîya dijî têrorîzmê bilind qîmet kirîye, lê daye dîyarkirinê, wekî komên wan çekdaraye biçûk hê hene û ew bona herêmê, usa jî bona Îraqê û temamîmya dinîyayê dikarin qezîyayê pêşda bînin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button