H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina tevî Lîn Trêysîyê Nîkol Paşînyan tabîya ŞAY ya nava pirsgirêka Qerebagêda girîng hesab kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî qebûl kirîye.

Ji hukumatê elamî Armênprêssê kirine, wekî serokwezîr derheqa aktîvbûna dîyaloga stratêcî û hevkarîyê daye dîyarkirinê û tabîya Ştatên Yekbûîye çawa endama koma Mînskê, ya nava pirsgirêka Qerebagêda girîng hesab kirîye, ya ku alî qewînbûna herêmê dike. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî hukumata  Ermenîstanê bi rojeva îzbatbûna aşîtîyê pêşda diçe û piştgirîya hevkarên navnetewî ya nava wê pêvajoyêda bilind qîmet dike.

Lîn Trêysîyê bona qîmetkirina serokwezîr razalixî elam kirîye û ew yek îzbat kirîye wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîya hindava werguhastinên dêmokratîk, helkirina pirsgirêka Qerebagê û îzbatbûna qewînbûna li herêmê berdewam bike.Nava vê hemtêkstêda Lîn Trêysîyê qisa bi têlefonê, ya serokwezîrê Ermenîstanê û sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî dewletê Êntonî Blînkên bîr anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button