SerekeSîyasî

Bi îmzekirina dokûmênta 9-ê mijdarê, serokê Adirbêcanê heyîna Qerebagê qebûl kirîye: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa elametîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda xeberdaye, kîjanêda Elîyêv dabû dîyarkirinê ku Qerebag tune, pirsgirêk helkirîye, koma Mînskê tune.Çawa bersiva pirsa Armênprêssê, wezîrê karên der gotîye, wekî dikarin dokûmêntên ji alîyê serokê Adirbêcanêda îmzekirkirî raberkin, li kîderê tê gotinê, wekî Qerebag heye û ew dokûmênt jî ya 9-ê mijdara sala 2O2O-î ye û ya sêalîye.Ararat Mîrzoyan dibêje wekî dokûmênt usa jî ji alîyê serokê Adirbêcanêda  hatîye îmzekirinê, yê ku qebûl kirîye, wekî  Qerebag heye û ev yek tiştê guhartinê nîne.

“Em dikarin elametîyên ji alîyê endamên koma Mînskêda belavkirî raberkin, li kîderê ew çawa hemsedirên koma Mînskê xwe hesab dikin. Tenê nava hevtîya dawîda Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya bi elametîyên wî cûreyîva pêşda hatine. Derheqa wê yekêda usa jî nava elametîya 11-ê nîsana  sala îsalinda, ya serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê, hatîye gotinê. Koma  Mînskê Adirbêcanê saz nekirîye, lê civaka navneteweyî, bo wê yekê jî Adirbêcan nikare wê komê belavke, yan jî hesabke, wekî şuxulkarîya wê ser hevda hatîye. Civaka navnetewî dibêje, wekî koma Mînskê  heye. Ew usa jî dibêje, wekî pirsginêka Qerebagê heye, kîjanê gerekê helkin. Derheqa wê yekêda nava elametîya serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayêda tê gotinê. Van axirîya jî bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê tabîya amêrîkîye fermî da dîyarkirinê”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button