
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîyê bide îzbatbûna aşîtîya li Herêma Qafqasîya Başûr.Girêdayî roja serbestîya Adirbêcanêra, sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên nava pîrozbahîyêda gotîye.
Em amadene piştgirîyê bidine aşîtî, dêmokrasî û pêşeroja gulvedaîye li Adirbêcanê û Qafqasîya Başûr. Em amadene piştgirîyê bidine herdu alîya û usa jî wan hevalkara, yên ku usa difikirin, bona ku bighîjine aşîtîya wededirêje li herêmê”,- nava xebera Blînkênda hatîye gotinê.
Blîkên usa jî bang kirîye ku werguhastina mîyaserkin, yên ku wê mafên mêriv û azayên hîmlî biparêzin, kîjan bi konstîtûsîya Adirbêcanê têra hatine dîtinê.







