SerekeSîyasî

Çekdarên piştgirên tirka bi derbzkirina merivaye neqanûnî û frotana narkotîkava mijûl dibin

Merkeza Sûrîyayêye mafên mêriv /SOHR/ elam kirîye, wekî koma  sîlihkirîye ji “Şohada Bedir” ê, ya ku bin ala “Esekrê miletîyê” da ye, êrîş birîye ser maleke gundê El Ezîzê. Menîya wê êrîşê hevraqayîlnebûna komê, ya tevî binelîyên edil bûye, ya bona derbazkirina malbeta wîye berbi Tirkîyayê.

Merkeza mafê mêriv ragîandîye, wekî koma sîlihkirî ketîye mala wî merivî û ew li ber çevê malbeta wî  birîndar kirîye û piştî wê yekê kevnîya wê malbetê bêhurmet kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî koma “Şohada Bedir” bi derbazkirina merivaye neqanûnîva mijûl dibe û bona wê yekê pera distîne û pêra jî firotan û propaganda narkotîkava mijûl dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button