Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan yê ku 28-ê gulanê çûbû Bekûyê ku tevî fêstîvala avîyasîyon bibe, derheqa pêvajoya normalbûna heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcnêda xeberdaye.Ewî gotîye, wekî çawa wextê şerê 44 roje, usa jî niha ew dîsa li rex Adirbêcanêne.
“Îdî wedeye wekî li van topraxa dîroka serkeftinê, açixîyê û pêşkeftinê bê nivîsarê. Em gerekê dersa ji şaşîyên meye pêşda hildin û çawa cimetên vê herê, em gerekê tevayî pêşeroja xwe çêkin. Çawa wextê şêr usa jî niha em li rex Adirbêcanêne. Ji boy aşîtî û qewînbûna herêmê, Tirkîya piştgirîya aşîtîya qewîn dike kîjanê birayê wî hizkirî Elîyêv dixweze tevî Ermenîstanê îzbatke”,- Êrdogan gotîye.
Ewî derheqa sîlihên tirkada daye dîyarkirinê, yên ku wextê şerê 44 roje hatine xebitandinê û gotîye temamîya dinîyayê bû şedê açixîya sîlihên tirka.