H’emû nûçeSereke
Li hev nehatîye ku jîyana leşkerê ermenî Davît Vardanyan, yê ku ji agirkirina alîyê azêrîyada birîndar bibû, xilazkin
Nenihêrî wan cedandinên ji alîyê doxtirada mîyasekirî, li hev nehatîye ku jîyana leşkerê ermenî Davît Vardanyan, yê ku 28-ê gulanê ji agirkirina alîyê azêrîyada birîndar bibû, xilazkin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elamî Armênprêsê kirine.
“Wezîreta Ermenîsanêye parastinê serxweşîyê dide endamên malbeta leşkerê şihîdketî, qewim-pismam, heval û hogirên wî”.
Wezîreta paratsinê dabû dîyarkirinê, 28-ê gulanê şebeqê seheta 1O:4O deqe, pareskerên azêrîya bi sîihên cûre-cûre agir barandine berbi tabîyên ermenî, yên li başûr-rojhilatê, rûyê çida leşkerê ermenî Davît Vardanyan birîndar bibû. Piştî bersivdanînên ermenîya, agirbarandin hatibû sekinandinê.