H’emû nûçeSereke

Provokasîyayên  Adirbêcanê wê yekê didine kifşê, wekî pêwîste  mîsîya li ser sînor bidine cîhwarkirinê: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bi alemetîyêva teribandina rêjîma agirbestê, ya ku 28-ê gulanê ji alîyê hêzên Adirbêcanêda hatibû mîyaserkirinê, berk gunehkar kirîye. Li gorî elametîya wezîretê, provoksîya û bûyarên pêşda usa jî 28-ê gulanê mîyaserkirî didine kifşê, wekî li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê eskera paşda bibin û mîsîya dîtindarîyê li wandera cîhwarkin.

Nava elametîya wezîretêda usa jî serxweşî bona endamên malbeta leşkerê şihîdketî hatîye dayînê.

Tiştekî ber çevaye wekî pêşîya wê provokasîyayê, serokê Adirbêcanê bi elametîyên agrêsîvva û neçêkirinêva pêşda hatibûn.

“Bi hesabhildana wê yekê wekî komîsîya pirsên dîyarkirina sînora û bêqezîyabûna sînora hatibû sazkirinê, gerekê vê bûyarê lê binihêrin, lêpirsînê derbazkin û komîsîya wê yekê qîmetke.

Em bi wê yekêva bîr tînin wekî li gorî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î rêjîma agirbestê hatibû elamkirinê û îsal hêzên Adirbêcanê ketibûne gundê Qerebagêyî Parûxê, yê ku bin cabdarîya aşîtîparêzên rûsdaye.

Em wê yekê girîng hesab dikin, wekî welatên endamên koma Mînskê, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, Yekîtîya Avropayê û civaka navneteweyî qîmetê anegor bidine kirinên Adirbêcanêye provokasîyon û elametîyên wane agrêsîv, kîjan bi meremê teribandina cedandinên bona teribandina aşîtîya li Qafqasîya Başûr tên kirinê.

Em bangî serokatîya Adirbêcanê dikin ku ji kirinên provokasîyon dûr bimînin û gorî elametîyên sêalî û encamên hevdîtinên li Bryûsêlê bona qewînbûna herêmê pêşda herin”,-nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button