H’emû nûçeSereke

Gelo rêaktora stansîya ermenîye atomî hê çiqasî dikare bixebite?

Rêaktora ermenîye atomî dikare sala 2O39-a bixebite. Derheqa wê yekêda înjênêrê stansîya atomî Artûr Grîgoryan gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî sala 2O21-ê li ser stansîyayê xebat hatine kirinê, lê piştî wê yekê çend meha kontrola qewînbûnê dihate derbazkirinê. Nava wededa ew qewînbûn zeyîf dibe, lê carina dikarin wê yekê bidine dasekinandinê.

«Bo vê yekê jî, wekî em hesabkin, ku teyaxkirina wê wê çiqasî bikişîne, em tên ser wê fikirê wekî ew dikare  hetanî sala 2O39-a bixebite. Feqet gerekê karebûnên başqe jî qîmetkin»,- înjênêrê stansîyayê gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî beşeke stansîyayê hatîye guhartinê. Salên 2O24-a-2O25-a xebatê bê mîyaserkirinê, bona ku sala 2O26-a organîzeya ku kontrol dike, lêkolînke û qirara derheqa dirêjkirina xebata stansîyayê bide dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button