H’emû nûçeSereke
Heger hemû tişt hatîye helkirinê, wî çaxî bona çi îmzekirina Ermenîstanê bona Adirbêcanê û Yekîtîya Avropayê girînge?: sîyasetmetdar
Heger hemû tişt hatîye helkirinê, wî çaxî bona çi îmzekirina Ermenîstanê bona Adirbêcanê û Yekîtîya Avropayê girînge? Derheqa wê yekêda sîyasetmetdar Stêpan Danîêlyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
«Elîyêv dibêje, wekî pirs îdî hatîye helkirinê, civaka navnetewî ew helkirin qebûl kirîye, Ermenîstan jî ketîye hembêza fantazîya û derheqa statûsêda pirsê bilind dike û dibêje, wekî wî halî gerekê li ser kaxez bidine kifşê, li ser kîjanê Ermenîstan gerekê îmza xwe dayne. Pirs pêşda tê, heger hemû tişt hatîye helkirinê, wî çaxî bona çi îmzekirina Ermenîstanê bona Adirbêcanê û Yekîtîya Avropayê girînge?
Eve bersiva girîng, li kîderê kilîta femkirina hale».