H’emû nûçeSereke

Pêşezana ew tehsîra li ser Ermenîstanê  qîmet kirine, dema ku  heqê bona gaza Rûsîyayê bi rûbl hatîye dayînê

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan nîveka meha nîsanê elam kir, ku Yêrêvanê destpê kirîye  heqê gaza Rûsîyayê  bi rûbl bide.

Êkonomîzan Hrant Mîkayêlyan daye dîyarkirinê, wekî birîyara derheqa dayîna heqê gazê bi rûblîya pêvajoyê gêopolîtîkîva girêdaîye. Ew pêşnîyara Rûsîyayê bû û Ermenîstanê pêşnîyara Moskvayê qebûl kir.

«Rêke başqe ji alîkîva bona Ermenîstanê tunebû, lê heger bahê gazê nayê guhartinê, wî çaxî heq di navbera  dayînên  bi rûbil, yan bi dolar, firqî tune.

Pirs ewe, ku biha wê çi cûreyî bê hesabkirinê, yan jî ewê wededirêjbe  yan na. Bi hesabhildana wê yekê, wekî bahê rûbil lez dikeve, wî çaxî ew yek dikare Ermenîstanêra dest bide. Heger bahê rûbil bilindbe, wî çaxî bahê gazê ji dikare bilindbe»,-Hrant Mîkayêlyan  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button