H’emû nûçeSereke

Adirbêcan garantîyayên hiqûqî bona vekirina rêya nade Ermenîstanê

Adirbêcanê bersiva derheqa borcdarîyên bona vekirina rîya nedaye.Derheqa wê yekêda ji ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê  Mihêr Grîgoryan elam kirine.

Wextê civîna hukumatêye 31-ê adarê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elamkir, wekî borcdarîyên derheqa vekirina rîyada, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê dualîbin.Ewî elam kiribû wekî Ermenîstan hazire rîya avtomaşîna û usa jî rîya hesinî çêke, lê wê yekê girîng hesab dike ku tevî Adirbêcanê qayîlnivîsara anegor hebe, ya ku wê qewata hiqûqî bistîne.

«Adirbêcanê hê  bersiva vê pirsê nedaye û rîska kifşkirî hê heye»,-li ofîsê gotine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button