H’emû nûçeSereke

Hemû welatîyên Ermenîstanê gerekê ji sala 2O24 a da kara xebata xwe bidine kifşê: Paşînyan

Nîkol Paşînyanê serokwezîr birîyara hêza sîyasî daye dîyarkirinê, li gorî kîjanê hemû kes gerekê derheqa kara xweye xebatêda  bide kifşê.

Bi xeberdana derheqa wê yekêda, ya wextê gotûbêjkirina hesabkirina byûcêya dewletê, Paşînyanê serokwezîr wî cûreyî gotîye.

«Ez dixwezim birîyara hêza meye sîyasî jî bidime  dîyarkirinê, wekî em gerekê sîstêma tomerî bona wê pirsê sazkin.Dêmek, hemû welatîyên Ermenîstanê gerekê derheqa hebûna xweda bidine dîyarkirinê û ew qanûn wê ji sala 2O24 a da bixebite»,- Paşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî kemala wê bona êkonomîkayê, sîyasetê û sîvîlîzasîyayê gelekî girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button