SerekeSîyasî

Barzanî: ez hêvîdarim wekî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê wê nava mîyaserkirina progirama hukumata Herêma Kurdistanêda, piştgira gavên qirarkirîbe

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hêvîdarî gotîye,  wekî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê wê nava mîyaserkirina progirama hukumata Herêma Kurdistanêda, piştgira gavên qirarkirîbe, bona ku boy cimetê qulixke.

Serokwezîrê Kurdistanê 47 salîya damezirandina Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê pîroz kirîye.

«Girêdayî 47 salîya damezirandina Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêra, ez serokatîya partîyayê, endamên wê û piştgirên wê pîroz dikim, û nava qulixkirina bona cimeta Kurdistanê açixîya wanra dixwezim»,- nava elametîya Mesrûr Barzanîda hatîye gotinê.

«Ez hêvîdarim wekî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê wê nava mîyaserkirina progirama hukumata Herêma Kurdistanêda, piştgira gavên qirarkirîbe, ewê bibe piştgira bernamên hukumatê bona ku hemû bi hevra bikaribin cimeta Kurdistanêra qulixkin»,- Mesrûr Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button