H’emû nûçeSereke

Menîyên  nava bingeha dew û dozêda gerekê bêne dîyarkirinê: serokê Şêwira Avropayê

Serokê Şêwira Yekîtîya Avropayê Şarl Mîşêl elametî belav  kirîye, kîjanêda derheqa kûrkirina hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye dîyarkirinê.

Ewî hevdîtina komîsîyayên herdu welataye li ser sînor silav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî çareserkirina qewînbûn û bêqezîybûna bi dirêjaya sînorên herdu welata girînge, çimkî pêvajoya dîyarkirina sînora wê berdewambe.

Şarl Mîşêl gotîye, wekî bona helkirina pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ew yek girînge ku gotûbêjkirinên dora peymana aşîtîyê bidine pêşxistinê û menîyên nava hîmê dew û dozêda bidine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button