H’emû nûçeSereke
Satêlîta me nava pêvajoya dîyarkirina sînorada wê bê xebitandinê: Armên Grîgoryan
Me ne tenê satêlît, lê usa jî karebûn û çêkirina stansîya li Ermenîstanê dest anîye.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê bêqezîyabûna miletîyê Armên Grîgoryan gotîye.
“Koma ku gerekê stendina melûmetîyava mijûlbe, wê ji alîyê koma Satlantîsêda bê hînkirinê û karebûna dest bîne. Bi hesabê global me ne tenê satêlît, lê usa jî karebûn dest anîne, kîjanê piştgirîyê bidine pêşxistina ulm û pêşdaçûyîna bîznêsê”,- ewî gotîye.
Bi xeberdana derheqa karebûnên satêlîta ermenîye ewlinda, sêkrêtarê bêqezîyabûnê gotîye, wekî eva gava ewline û ew yek mecalê dide gelek pirsa helkin, ji pirsên malhebûna gundîtîyê destpêkirî hetanî pêvajoya dîyarkirina sînora. Bi gotina wî, nava pêvajoya dîyakirina sînorada satêlîtê bê xebitandinê.