H’emû nûçeSereke
Sêkrêtarê bêqezîyabûna miletîyê gotîye ku hevdîtina zûtirekêda wê komîsîyayên herdu alîya çi gotûbêj bikin

Sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye, wekî li Moskvayê komîsîyayên pirsên sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê çi gotûbêj bikin.
«Rojevêda wê dîyarkirina sînora bê gotûbêjkirinê. Çi ku derheqa roja hevdîtinêdane, ji alîyê cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryanda wê elametî bê belavkirinê,- Grîgoryan gotîye rojnamevana.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hejmara koma xebatê girîng nîne,çimkî hemû pirs pêşda tê gotûbêjkirinê û pêşîya hevraxeberdana koma xebatê hazirîyê dibîne.
Çi ku derheqa wê yekêdane ku şuxulkarên opozîsîyayê bona çi nava koma xebatêda tunene, Grîgoryan gotîye,wekî ew nava hukumatêda raberkirî nînin û bona wê yekê jî ew nakevine nava komîsîyayê.