H’emû nûçeSereke

Serkeftina partîya «Peymana sîvîl» lêgîtîmîya nû daye hukumatê»: raporta Organîzeya Netewên Yekbûyî

Organîzeya Netewên Yekbûyî raporta salê, ya encamên Ermenîstanêye sala 2O21-ê belav kirîye.

Dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê, wekî sala derbazbûyî Ermenîstan rastî tehsîra du krîzeya hatîye, ya nexweşîya koronavîrûsê û şerê Qerebagê.Ev herdu krîze cêrge derb gîhandine temamîya binelîya, gelek meriv wefat bûn, xercên êkonomîkî û sosîyalîye mezin hatine kirinê, kîjan li ser meriva tehsîra xwe dihêlin.

Raportêda usa jî hatîye gotinê,wekî  kirîzeya hûmanîtarî, halê sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, paşdavegerandina dîlên ermenî bûne pirsên welête sereke.

Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî hilbijartinên parlamêntîyêye sala 2O21-ê lêgîtîmîya nû dane partîya « Peymana sîvîl», ya ku ya desthilatdare.

Li gorî raporta organîzeyê, Ermenîstan tê dasekinandinê. Raportêda usa jî encamên hevkarîya Organzeya Netewên Yekbûyî û Ermenîstanê hatine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button