SerekeSîyasî

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî çûye kirkûkê

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya pirsên Îraqê, Janîn Hênîs Plasşêrt çûye provînsîya kurdîye Kirkûkê bona ku wan pirsa gotûbêj bike, ku mihacir paşda vegerine malên xwe.

Wekîla organîzeyê rastî serokê qeza Kirkûkê hatîye, yê ku ji alîyê Bexdayêda hatîye  kifşkirinê.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa halê bêqezîyabûna li provînsîyayê  hatine gotûbêjkirine.Hatîye dîyarkirnê, wekî xeberdan derheqa wê yekêda jî çûye ku çi cûreyî mihacirên ku cîh û warên xwe hiştine, paşda vegerine malên xwe û gund bêne dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button