H’emû nûçeSereke

Çekdarên ku beşdarî opêrasîyonên leşkerîye li Qerebagê bûne, dikaribûn cîguhastî Ûkraînayêbûna: Artak Bêglaryan

Serokatîya Arsaxê difikir,wekî çekdarên ku beşdarî opêrasîyonên leşkerîye li Qerebagê bûne, dikaribûn cîguhastî Ûkraînayêbûna. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan gotîye RÎA Novostîyê.

«Bi texmîn ew komên têrorîstîye ku li Qerebagê şer dikirin niha li Ûkraînayê dijî Rûsîyayê şer dikirin»,- Bêglaryan gotîye.

Bi gotina wî, melûmetîyên usa hene wekî ji pênca hetanî  hevt hezar çekdarên ji Sûrîyayê û Lîbîyayê li Qerebagê dijî ermenîya şer kirine, lê piştî şêr beşeke wan dikaribû li topraxên ji alîyê Adirbêcanêda dagirkirî bimana.Bêglaryan gotîye, wekî ew bona pera bi îdêolojîya dijî mesîhîtîyê hatibûne Qerebagê. Bi gotina wî, şedetîyên serokatîya Arsaxê hene wekî ew komên têrorîstî li Sûrîyayê dijî eskerê rûs şer kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button