H’emû nûçeSereke
Kompanîya ermenîye Fly One Armenia ê teyara sêem dest anî
Parka kompanîya ermenîye Fly One Armenia ê zêde dibe û li wê hevaltîyê têra dibînin mecala zêdekirina teyara bidine mezinkirinê. Derheqa wê yekêda serokê şêwira kompanîyayê Aram Ananyan gotîye Armênprêssê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî xênjî du teyarên Airbus A319, usa jî teyareke Airbus A320 wê bighîje wan, serokê şêwira kompanîyayê ew yek girîng hesab kirîye, wekî destanîna teyarê wededa tê kirinê, çimkî havînê hewcetîya çûyîn-hatinê zêde dibe.