H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan îzbat kirîye wekî rêyên ku bên vekirinê gerekê bin kontrola wan dewletadabin, nava kîjanara ew rê derbaz dibin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî nava hemtêksta vekirina rîyada femdarîya tomerî heye, li gorî kîjanê rêyên ku bên vekirinê, gerekê bin kontrola wan welatadabin, nava kîjanara ew rê derbaz dibin. Li gorî ragîhandina Armênprêssê derheqa wê yekêda wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.
Wezîr daye dîyarkirinê, wekî alîkî sîyasîya der jî vekirina rêyên transportê û êkonomîkî bûye.







