H’emû nûçeSereke

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan serokê parlamênta Rûsîyayê qebûl kirîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamênta  Rûsîyayê Vyaçêslav Volodîn qebûl krîye.Piştî qisa başqe, hevdîtina bi teşkîla dêlêgasîya derbaz bûye.

Fikir dora hevkarîya dualî hatine pevguhartinê. Bi taybetî derheqa hevkarîya nava govekên leşkerî-sîyasî û leşkerî-têknîkî, kirîn- frotanê û êkonomîkî, yên derheqa hevkarîya nava govekên hûmanîtarîda jî hatine pevguhartinê.

Bi gotina Vyaçêslav Volodîn formata hevkarîya di navbra parlamêntada dika here başe.

Em bêjin, wekî dêlêgasîya parlamênta Rûsîyayê nava doranên civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda hatibû Ermenîstanê.

Dawîya hevdîtinê Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê,wekî Vyaçêslav Volodîn wê bi seredana fermî bê Yêrêvanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button