H’emû nûçeSereke

Nava vê êtapêda qezîyayên şerê tevî Adirbêcanê nayêne kifşê, ruhdarîya eskerê me li ser dereca bilinde: wezîr

Niha xebatên mezin dora çêkirina sînor tên kirinê û ew xebat bin kontrola mindanin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan gotîye.

«Niha em li wir tevî 13 hevaltîya xebatên rêçêkirinê mîyaser dikin. Ev rê mêriv dighînine hetanî xeta pêşin. Bona vê yekê jî pirs pêşîya me heye ku em nava temamîya havînêda tora rîya û xeta pêşin bidine çareserkirinê. Li rex wê yekê usa jî xebatên înjênêrîyê tên kirinê»,- Papîkyan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ew halê pêşîya şêr, yê li ser sînor wê îdî tunebe.

Bi xeberdana derheqa halê li ser sînor, wezîr daye dîyarkirinê, wekî halê sert heye, nenihêrî wê yekê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda înformasîyayên nerast tên belavkirinê, ku hêzên Ermenîstanê agirbest  teribandine.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo li ser sînor ji alîyê Adirbêcanêda berevkirinên esker dîyarin, yan na, yan jî gelo qezîya şerê nû heye, yan na, Sûrên Papîkyan gotîye: «Ez niha nikarim qîmetkirinên wî cûreyî bidim.Hêzên Ermenîstanê gerekê  parastina sînora bidine çareserkirinê. Nava vê êtapêda ez qezîyayên wî cûreyî nabînim».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button