SerekeSîyasî

“Şerê mezin pêşîyêye”: prêssa tirka înformasîyayên balkêş ji Sûrîyayê ragîhandîye

Roja îroyîn prêssa tirka înformasîya belav dike û dide dîyarkirnê ku dijî kurdên Sûrîyayê diqewime opêrasîyona leşkerî destpêbe.

Li gorî prêssa tirka, nava hemtêksta opêrasîyona tirkaye leşkerîda Rûsîya, Îran, Ştatên Yekbûyî û Sûrîya mecala didine xebatê, ku wê yekê bidine sekinandinê, yan jî bersiva Enqerê bidin.

Rûsîyayê hêzên nû şandine li bajarê Manbîcê. Xêncî wê yekê alîyê rûsa hêzên xweye li Qamişloyê, Ayn Îsayê û Têl Temirê dane zêdekirinê. Li Qamişloyê sîstêmên parastina hewê, yên rûsaye Pansîr hatine cîhwarkirinê.

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî jî piştgirîya bi sîliha dide hêzên kurda. Ji Îraqê û Îranê jî piştgirîyê didine kurdên Sûrîyayê.

Prêssa tirka daye dîyarkirinê, ku Îranê tank, têknîka giran û çekdar şandin bajarê Ayn Îsayê.Hêzên hukumata Sûrîyayê jî alên xweye dewletê li wan bajara darda kirine, li kîderê tirk xwe hazir dikin êrîşê destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button