H’emû nûçeSereke

Artaşês Dûmanyan li  Aşxabadê pirsa derheqa hevkarîya nava goveka ênêrgêtîkîda gotûbêj kirîye

Bi meremê gotûbêjkirina bernamên hevkarîya herêmîye dualîye êkonomîkî, şêwirmendê serokwezîrê Ermenîstanê Artaşês Dûmanyan 7-8-ê hezîranê li Aşxabadê bû.

Armênprêssê ragîhandîye wekî nava doranên seredanêda Artaşês Dûmanyan rastî cîgirê serokwezîrê Tirkmênistanê, usa jî serokê komîsîya hevkarîya hukumatîye di navbera Ermenîstanê û Tirkmênistanêda Şahim Ebdrehman û cîgirê serokwezîrê Tirkmênistanê yê pirsên senayê û ênêrgêtîkî Çarimirat  Pûrçêkov hatîye.

Wextê hevdîtina xeberdan derheqa hevkarîya nava govekên gazê, ênêrgêtîkayêda û usa jî pirsên derheqa hazirkirina xebatên civîna komîsîya hevkarîêye dualî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button