H’emû nûçeSereke

Eskerê narkomana: piştî serhevdahatina şerê 44 roje leşkerên azêrî tevî cêrge pirsgirêkên sosîyalî, doxtirîyê û pisîxolocî rû bi rû sekinîn

Destpêka şêrda înformasîya derheqa wê yekêda belav bû, wekî li cem hemû leşkerên Adirbêcanê, yên ku wextê şerê li Qerebagê hatibûne kuştinê, berîkên wanda derzîyên ku xwe dixin, hatine dîtinê. Ev yek dide kifşê, wekî pêşîya destpêka şêr leşkerên azêrîya narkotîk bi derzîya xwe dixistin  û dermanê cûre-cûre qebûl dikirin. Bi wê yekê, bi dayîna narkotîka ew meriv bi pisîxolocî qewat û teyax distendin.

Pirsgirêk nava wê yekêdane, wekî wextê wekilandina qebûlkirina narkotîka îdî meriv wêva tê girêdanê û ew yek gelekî xirab, hetanî xwekuştinê, ser hevda tê.

Hema derheqa wê yekêda şedetî hene, dema ku leşkerên azêrî vîdêyoyên kişandî xwe cûrekî mayîn didine kifşê û ew vîdêyo nava malperên sosîyalîda belav bûne. Sala derbazbûyî pêşezanê wê govekê Narmîn Osmanlî bi dengê bilind da dîyarkirinê, wekî bona beşdarên şerê Qerebagê piştgirîya pisîxolocî pêwîste.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button