SerekeSîyasî

Hukumata herêmê fîlma tirkî rexne kirîye, ya ku Kurdistanê, cimeta wê û sîmvolên wê bêhurmet dike

Wezîreta Herêma Kurdistanêye çandê û perwerdê fîlma tirka rexne kirîye, ya ku Kurdistanê, cimeta wê û sîmvolên wê bêhurmet dike.

«Sernavê fîlmê «Gurê tenê» ye. Fîlim derheqa dîroka Tirkîyayêda gilî dike, derheqa şerê di navbera Tirkîyayê û PKK-ê, derheqa bûyarên li herêmê û rola Ştatên Yekbûyîda dide dîyarkirinê.Nava çend êpîzodên fîlmêda kurd û Herêma Kurdistanê çawa dijmin tên raberkirinê, li kîderê usa didine dîyarkirinê, wekî ew yek têrorîstên DAÎŞ-êva jî tê girêdanê»,- nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.

Fîlma tirkî 3-ê hezîranê destbi weşana xwe kirîye. Fîlmêda usa jî ala Kurdistanê û wêneyê Mesûd Barzanîyê lîdêr jî dîyare. Nava wan kadirada Kurdistan  usa tê raberkirinê, wekî ew giva sûbyêkta neqanûnîye, ya ku nava cêografîya herêmêda jî tune.

«Herêma Kurdistanê sûbyêkta konstîtûsîyone, ya ku nava Îraqêdane, li kîderê komên êtnîkî û dînîye cûre-cûre nava aşîtîyêda dijîn. Konsûlxana Tirkîyayêye sereke li Herêma Kurdistanê heye, li kîderê bi seda welatîyên Tirkîyayê û kampanîyayên wan dişuxulin»,- nava elametîyêda hatîye gotinê û hatîye dîyarkirinê, wekî fîlm bûyarên dîrokî bêhurmet dike û ev yek mesela edebyetê nîne.

«Rasîzm û înkarkirina heyîna yên mayîn edebyet nîne»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Nava elametîyêda bang hatîye kirinê, ku prînsîpên pêwandîyên cînartîyê û aşîtîyê bêne qedirgirtinê û bang hukumata tirka hatîye kirinê, ku gavên anegor dijî wan meriva bêne avîtinê, yên ku hiznekirinê û rasîzmê belav dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button