H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hewaskare ku şuxulkarîya koma Mînskê bê aktîvkirinê: Ararat Mîrzoyan

Ermenîstan hewaskare ku  şuxulkarîya koma Mînskê bê aktîvkirinê, ya ku bona helkirina pirsgirêka Qerebagêye.

Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der  Sêrgêy Lavrov, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye û bîr anîye wekî prînsîpên helkirina pirsgirêka Qerebagê ji alîyê endamên koma Mînskêda hatine hazirkirinê.

«Min derheqa hazirîya hukumata Ermenîstanêda careke mayîn îzbat kirîye, ku cedandin bên xebitandinê, bona ku li herêmê qewînbûn û aşîtî îzbatbin. Nava vê hemtêkstêda pirsgirêka Qerebagê ya serekeye, wê bikevine nava kîjanê usa jî çareserkirina bêqezîyabûna cimeta Qerebagê û mafên wan, usa jî xalên derheqa statûsa Qerebagêye dawî»,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye û bîr anîye wekî serokatîyên Ermenstanê û Rûsîyayê nava elametîya xweda derheqa gitrîngîya wê yekêda dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button