H’emû nûçeSereke

Hevfemkirina tomerî heye, wekî pêvajo pêşda diçe: Lavrov derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda xeberdaye

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der hêvîdare, wekî derheqa normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê pevketinên dawî hebin. Derheqa wê yekêda Sêrgêy Lavrov wextê konfêransa tevayî ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

«Femdarîya tomerî heye wekî şuxulkarî pêşda diçe.Diqewime xwestin heye ku têmpên xebatê diha lezbûna, lê prosês pêşda diçe, encamên pozîtîv tên kifşê, lê şikberî tune wekî pevketinên dawî jî wê hebin.Em dicêribînin piştgirîyê bidine wê yekê. Bêguman, tabîyên alîya hene, yên ku her dem nîne ku hev digrin, lê çi jî hebe hemû hevkarên me  li ser wê fikirêne , wekî elametîyên sêalîye li ser dereca bilind qebûlkirî xerîtên rêya zelalin, bi kîjana em gerekê bêne rêberkirinê»,-Lavrov gotîye.

Bi gotina dîplomatê Rûsîyayê, rêke başqe tune, pêwendî gerekê bêne normalkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button