H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê krîzeya sîyasî tune: Mîrzoyan derheqa protêstokirinada gotîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa wan protêstokirinada xeberdaye, yên ku li Ermenîstanê derbaz dibin û daye dîyarkirinê, wekî li Ermenîstanê krîzeya sîyasî tune.Derheqa wê yekêda wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê pirêss-konfêransa tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov gotîye.

«Havîna derbazbûyî hilbijartinên parlamêntîyê derbaz bûn, wextê kîjana welatîyên Ermenîstanê bersivên cêrge pirsa dane û krîzeya sîyasîye wî çaxî rast kirine.Pêwîste bidine kifşê, wekî ew hilbijartin çawa yên dêmokratîk û zelal  hatine naskirinê. Ew yek dide kifşê wekî welatî  karibûne  tabîya xwe bidine kifşê û  birîyara xwe qebûlkin. Em dîna xwe didine wan meş û mîtînga û em li ser wê fikirêne wekî ew ji alîyê welatîyên Ermenîstanêda nayêne piştgirtinê.Bi wê yekêva tevayî, ez dixwezim bêjim, wekî Komara Ermenîstanê welatê dêmokratîke û mafê hemûya heye meş û mîtîngên edil bidine derbazkirinê, Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button