H’emû nûçeSereke

Nava  normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda nikarin pirsgirêka Qerebagê helnekirî bihêlin: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye. Derheqa wê yekêda  Mîrzoyan wextê prêss-konfêransa tevayî daye dîyarkirinê.

«Bêguman, nava gelek pirsada tabîyên me hev nagrin, lê hevraxeberdan jî hema bona wê yekêne, ku xalên ku hevra nayên qayîlkirinê, bicêribînin bi rêya berhevdaxustina bidine qayîlkirinê. Em bawarîya xwe li pêvajoya aşîtîyê tînin. Nava pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda meriv nikare derheqa dew û doza Qerebagêda xeber nede, meriv nikare helkirina sîyasî nede wê dew û dozê. Em bawarin wekî ew hevraxeberdan gerekê nava doranên koma Mînskêda derbazbin. Eve formata navnetewî, ya ku  bi meremê helkirina dew û dozêye bi rîya sîyasî hatîye sazkirinê»,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button