Rêberê Tirkîyayêyî îslamîst Receb Tayîb Êrdogan bona berjewandîyên xweye miletîyê NATO-ê dide xebatê. Nava wan hevtîyên dawîda ewî gefxwerinên xwe zêde kirine û pêşîya wê yekê digre, ku Swêd û Fînlandîya nekevine nava NATO-ê û niha jî hazire li bakûrê Sûrîyayê opêrasîyoneke nû destpêke, li kîderê kurd nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê hevkarên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîne û bona tirka bûne hedef. Derheqa wê yekêda Fox News ê elam kirîye.
Pêşezanê pirsên Trkîyayê û xebatkarê zankoya Têl Avîvê, profêsor Ofra Bêncîon gotîye Fox News ê: «Bona Êrdogan wedê sazkirina zona bûfêrîyê, yê li Sûrîyayêye, çimkî Rûsîya li Ûkraînayê mijûle û hema Tirkîya Moskvayêra lazime, çimkî ew dikare vêtoyê dayne ser endamtîya Fînlandîyayê û Swêdêye nava NATO-ê». Ewî serda zêde kirîye, wekî wedeye ku Êrdogan Sûrîyayê parçeke, çimkî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ji vê herêmê nîne.
Gilî tenê derheqa Fînlandîyayê û Swêdêda nîne. Êrdogan tê bêjî bona dîyakirina fikira xwe tevî NATO-ê enîya duem vekir, dema ku ewî hevraxeberdanên tevî Yûnanistanê dane sekinandinê.
«Şerê» Êrdogane dawî yê tevî NATO-ê li Sûrîyayê belav bûye û ew li ser berjewandîyên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî tehsîr dike. Êrdogan zûva dixweze cîhê kurdayî nû li Sûrîyayê bide tunekirinê û li wir nehîya bi erebava cîhwarkirî sazke.
Êtapa Êrdogane dawî li Waşîngtonê tevlîhevbûn pêşda anîye, çimkî hêza YPG e, ya ku hîmlî ji kurdên Sûrîyayê hatîye sazkirinê, rola sereke nava pirsa altkirina DAÎŞ ê da lîstîye.
Sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blînkên van axirîya da zelalkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî dijî her opêrasîyoneke tirkaye, ya ku dikare qewînbûna herêmê bide teribandinê û mecala bona komên têrorîstî sazke.