H’emû nûçeSereke

Rêjîma ku gerekê bê danînê, gerekê li ser serbixwetîya têrîtorîya Ermenîstanê bê hîmdanînê: Lavrov derheq vekirina rîyada xeberdaye

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov daye dîyarkirinê, wekî rêjîma ku wê bê danînê, ya nava doranên vekirina rêyên êkonomîkî û transportêye li Qafqasîya Başûr wê li ser serbixwetîya têrîtorîya Ermenîstanê bê hîmdanînê. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê gotîye.

«Çawa ku hûn zanin rîya hesinî îdî hatîye hevraqayîlkirinê, lê niha jî rîya avtomobîla tê qayîlkirinê, pêra jî ew rêjîm tê qayîlkirinê, ya ku gerekê bê xebitandinê. Ewê li ser serokatîya têrîtorîya Ermenîstanê bê hîmdanînê. Li vir du fikir nikarin hebin»,- Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button